Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) danişîna serlêdana Parlamenterê Hatayê yê Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TÎP) Can Atalay ku cezayê girtîgehê yê ji doza Gezîyê ji alîyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin,
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) danişîna serlêdana Parlamenterê Hatayê yê Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TÎP) Can Atalay ku cezayê girtîgehê yê ji doza Gezîyê ji alîyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin,
taloq kir. Raportorê AYM’ê ku berîya civînê xebatên xwe yên li ser serlêdanê bi dawî kir, nêrîna xwe anî ziman ku mafên Can Atalay hatine binpêkirin. Hate hînbûn ku ji ber endamek hê ji bo dosyayê xwe baş amade nekirîye, li gor Rêziknameya AYM, nîqaşa dosyayê bo rojeke din hat taloqkirin.
Li alîyê din nûnerên TÎP'ê yên Elmanyayê li Berlîn, Frankfûrt, Munchen û Kolnê bi awayekî hemwext çalakî û daxuyanî li dar xistin û daxwaza azadîyê ya ji bo Can Atalay û girtîyên Gezîyê dubare kirin.