Avahîyên derdora dibistanê yên navçeya Sûrê ku di erdhêjê de xisareke mezin dîtibûn, bûn sedema metirsîyê û dayîkûbav bertek nîşanê tinebûna tedbîran dan.
Avahîya 5 qatî ya ku li ser Kuçeya Palu ya Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê ye û xisarek mezin dîtîye, ev 10 meh e nehatîye hilweşandin û li derdora wê jî tedbîr nehatine girtin.
Li gorê nûçeya Ajansa Mezopotamya, li kêleka avahîya ku hatîye valakirin dibistaneke seretayî heye û di kuçeya Yalikonak de jî avahîyek ku xisarek mezin dîtibû bixwe hilweşîya ji ber vê sedemê fikarên dayîkûbavan zêde dibe.
Dayîkûbavên ku zarokên wan diçin Dibistana Seretayî ya Îskenderpaşa ya li kêleka avahîya ku zirareke mezin dîtîye, xwestin ku di demek herî nêz de çareserîyek bê dîtin.