Di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser dibistaneke ku koçberên li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Gazayê tê de cîh girtin, 5 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, hêzên Îsraîlê tevahîya şevê bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Gazeyê bi obusan êrîşan pêk anîn.
Di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser dibistaneke ku Filistînîyên bi war û mal xwe lê spartibûn, herî kêm 5 Filistînî mirin û bi dehan jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku duh bi şev di encama gulebarana hêzên Îsraîlî ya li ser mala malbata Ebû Nasr a Filistînî ya li rojavayê Xan Yûnisê de, 4 kes hatin kuştin.