Artêşa Îsraîlê bi êrîşên xwe yên asîmanî yên li ser Xazzeyê, bi hevdemê li ser Lubnanê jî êrîş dan dest pê kirin.
Artêşa Îsraîlê bi êrîşên xwe yên asîmanî yên li ser Xazzeyê, bi hevdemê li ser Lubnanê jî êrîş dan dest pê kirin.
Artêşê ragihand ku li Lubnanê 3 û li Xezzeyê jî zêdeyî 10 hedefan xistine. Medyaya Lubnanê nivîsand ku artêşa Îsraîlê navçeyek nêzî kampa penaberên Filistînî yên li er-Reşadîye ku dikeve başûrê Lubnanê, bombebaran kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îsraîlê herî kêm 3 mûşek avêtin derdora er-Reşadîye ya bajarê Sûrê. Li gor tespîtên ewil, zîyanên canî çênebûne, hat ragihandin ku pirek û gelek xanî zirar dîtine. Di daxuyanîya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin: "Artêşa Îsraîlê niha êrîşî Lubnanê dike. Em ê paşê hûrgilîyan eşkere bikin." Hêza Aştîyê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ku li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê wezîfeyê dike daxuyanî da û cîh da nêrînên rayedarên her du welatan ku "Îsraîl û Lubnanê gotine ew şer naxwazin."