Wezareta Karên Derve ya Amrîkayê ragihand ku êrîşên esmanî yên Tirkîye li dijî Rojava bi fikar in.
Wezareta Karên Derve ya Amrîkayê di bersiva pirsên Kurdistan24ê yên derbarê êrişên Tirkîye yên li ser Rojavayê de wiha hat gotin, “Em ji êrişên esmanî yên vê dawîyê yên li ser Rojava, ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan, bi fikar in. Em daxwaza kêmkirina tavilê ji tundîyê û rêzgirtina rêzên agirbestê dikin.
Di 3 rojên dawî de êrîşên hewayî yên Tirkîyeyê li dijî Rojava zêde bûne. Li gorê daneyên dawî di encama êrîşên hewayî de 8 kes ku piranîya wan sivîl in jîyana xwe ji dest dane û 18 kes jî birîndar bûne.