Amedspor bi teknîk dîrektorê nû Mesut Bakkal re peyman îmze kir.
Amedspor piştê ku di hefteyên dawî de pûan winda kir, rêya xwe ji teknîk dîrektor Serdar Bozkurt veqetand û bi Mesut Bakkal re peyman çêkir.
Mesut Bakkal ê ku antrenorîya tîmên Super Lîg dike îro hat Amedê.
Amedspor derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya fermî daxuyanîyek da; “Bi xêr hatî Mesut Bakkal. Klûba me bi teknîk dîrektorê bi tecrûbe Mesut Bakkal ê ku di karîyera xwe de antrenorîya tîmên Super Lîg û Lîga 1emîn kirîye re li hev kir."