Girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekîtîya Tebîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî li gelek bajaran hat protestokirin.
Girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekîtîya Tebîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî li gelek bajaran hat protestokirin. Serokê Duyemîn ê Konseya Navendî ya Yekîtîya Tebîbên Tirk (TTB) Alî Îhsan Okten, derbarê mijarê de axivî û got, "Em ê li hemberî krîza pergala tenduristiyê û derbeyên li demokrasiyê tê kirin bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bidomînin." Okten, anî ziman ku bi rojan e di warê demokrasî û hiqûqa Tirkiyeyê de şahidiya pêvajoyeke şermê dikin û got, "Şebnem Korur Fîncancî ji aliyê manîpulasyon, propagandaya reş û dezenformasyonê ya hikûmetê ve hat hedefgirtin û bi awayekî neheq û bêhiqûqî hat girtin. Piştî ku Fîncancî hat binçavkirin, niyeta rastî ya hikûmetê bi gotinên Wezîrê Edaletê bi xwe hat îfadekirin. Otken got, "Mebesta hikûmetê ew e ku bi rêya Fîncanci zextê li Yekîtîya Tebîbên Tirk û odeyên tenduristiyê bike, hewl bide rêveberiya me ya rewa ya hilbijartî ji holê rake, bi rêbazên kêfî hem me hem jî tevahiya civakê bitirsîne."