Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener derbarê werastkirina EYTyê de bertek nîşanê hikûmetê da.
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku di civîna koma partiya xwe de axivî, derbarê werastkirina EYTyê de daxuyanî da û rexne li hukûmetê girt.
Akşener, anî ziman ku hejmara rojên dayîna prîmê nehat guhertin û wiha got: "Derbarê EYT'ê karekî nîvço hiştî, kirin. Ji destpêkê ve me li çareseriya pirsgirêka birayên xwe yên EYT'yî ne weke alîkariya civakê be, divê wekî ji holê rakirina windakirina mafan û misogerkirina dadmendiya navbera nifşan were nirxandin."