Di heyama ku ji hilbijartinan re rojên hejmartî ma ye, xebatên hilbijartinan ên partîyan jî bi geş berdewam in.
Di heyama ku ji hilbijartinan re rojên hejmartî ma ye, xebatên hilbijartinan ên partîyan jî bi geş berdewam in.
Desteya Bilind a Hilbijartinan, heta niha hêjî lîsteya partîyên sîyasî yên ku dikarin bikevin hilbijartinan, ya ku her sal di meha Çile de eşkere dikir, eşkere nekirîye. Berdevkê Partîya Çep a Kesk Îbrahîm Akin dîyar kir ku tevî gelek serlêdanan jî veger li Partîya Çep a Kesk nebûye, û YSK'ê partîyan mijûl dike. Di raya giştî de li serê tê axavtin ku divê gelo wê HDP û Partîya Çep a Kesk wê bi hev re têkevin hilbijartinê. Akin derbarê vê mijarê de jî axivî. Akin di derbarê mijarê de pirsên Artî Gerçek bersivand û got, ger HDP bi Partîya Çep a Kesk re bikevin hilbijartinê, ew ê berpirsyarîya xwe bi cih bînin û ew ê bi vê yekê jî şanaz bibin.