Tê plankirin ku biryara rêziknameya li ser temenê teqawidbûnê (EYT) wê vê hefteyê were temamkirin.
Tê plankirin ku biryara rêziknameya li ser temenê teqawidbûnê (EYT) wê vê hefteyê were temamkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştê civîna lijneya wezîran daxuyanî da û got ku ew dixwazin berîya sersalê rêziknameya EYTyê biqedînin. Nûnerê Herêmê yê Federasyona EYT ya Amedê Adnan Nart, ji Rojnameya Tîgrîs re axivî û got, “Em ji sozên vala têrbûn e. Parlamento di betlaneyê de ye. Yanê dîsa EYT hat taloqkirin. Heta di rojnameya fermî de dernekeve, endamên EYT’ê, yanî em ê li qadan bin û em ê birêxistinkirina xwe bidomînin. Zexta me heta ku em mafên xwe bi dest nexin, ne zêde ne kêm wê bidome.”