Li Amedê 5. fûara gurme û tamên herêmî ya Mezopotamyayê ku wê 6 rojan berdewam bike, dest pê kir.
Li Amedê 5. fûara gurme û tamên herêmî ya Mezopotamyayê ku wê 6 rojan berdewam bike, dest pê kir.
Ji 57 bajaran 168 şîrîket beşdarê fûara ku ji alîyê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO), Mezopotamya Fuarvanî û ALZ Amedê ve hat lidarxistin, bûn.
Fûar wê di navbera 14-19 Mijdarê de ji welatîyan re vekirî be.
Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya di vekirina fuarê de axivî û dîyar kir ku par 250 hezar kes beşdarê fuarê bûne û îsal li bendê ne ku nêzê 400 hezar kes beşdar bibin.
Kaya; "Ew bernameyên wekê nîşankirina hilberên herêmî, naskirina hilberên erdnîgarî, vekirina bazarên navxweyî û bîyanî û destpêşxerîyên nû yên bazirganîyê dihewîne. Em ê bi fûarên hevpar ên ku em ê bi bajarên xwe yên herêmê re li dar bixin, Mezopotamyayê bikin navenda balkêş a cîhanê."