Piştê êrîşa li Mêrdîn pêk hat û 5 welatîyên Hêrêma Kurdistana Federe tê de jiyana xwe ji dest dabûn, hejmara gumanbarên hatine binçav kirin zêde bû.
Piştê êrîşa li Mêrdîn pêk hat û 5 welatîyên Hêrêma Kurdistana Federe tê de jiyana xwe ji dest dabûn, hejmara gumanbarên hatine binçav kirin zêde bû.
Di lêpirsîna ku bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hati dest pê kirin, derbarê bûyerê de 4 şikbar hatibûn binçavkirin. Hat diyarkirin ku duh êvarê 2 gumanbarên din jî hatin binçavkirin. Bi vê yekê re hejmara binçavkirinan derket 6an. Li aliyê din cenazeyên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin wergirtin û bi wesayîtên cenaze birin parêzgeha Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê. Wêneyê 5 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn hat parvekirin. Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîş şermezar kirin û ji dewleta Tirkîyeyê xwestin ku li ser bûyerê lêkolînan bike û kiryar bên darizandin.