5 HEZAR Û 589 EMLAKFIROŞ LI RADARÊ ALIQÎN
Midûrîyeta Giştî ya Analîza Rîskê ya Wezareta Xezîne û Darayîyê daxuyand ku hatîye tesbîtkirin nêzê 6 hezar Emlak firoş bi qismî yan jî bi temamî erkên xwe yên bacê bi cîh neanîne.
Wezareta Xezîne û Darayîyê ragihand ku ji bo kesên ku dahata kirêyê di sektora emlak firoşîyê de qezenc dikin de analîzek hatîye kirin. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku di vekolînkirina li ser 200 hezar bacgiran hat kirin de 28 hezar û 845 bacgiran dahata kirêya xwe ya par qet ranegihandine an jî temam nekirine. Ji hêla Rêveberîya Dahatê ve di kontrolkirina sehayê ya ku hat destpêkirin de, ji sala 2021an de bi qasê 200 hezar bacgirên ku dahata xwe ya kirê eşkere nekirine an jî xelet ragihandine, hatine lêkolîn kirin. Di vekolînkirina ku bi rêya Pergala RADARê hat kirin de 5 hezar û 589 emlakfiroşên ku bi qismî yan jî bi temamî erkên xwe bi cîh neanîne hatin analîzkirin.