Hefteya borî ji bo polên pêşdibistan û pola yekem perwerdehîya adaptasyonê hebû û perwerdehî temam bû. Serdema nû ya perwerdehîyê ya sala 2022-2023’yan jî îro dest pê kir.
Hefteya borî ji bo polên pêşdibistan û pola yekem perwerdehîya adaptasyonê hebû û perwerdehî temam bû. Serdema nû ya perwerdehîyê ya sala 2022-2023’yan jî îro dest pê kir.
Bi milyonan xwendevan û mamoste îro dest bi dersan kirin. Teqrîben 19 milyon xwendevan û milyonek û 200 hezar mamoste îro çûn dibistanê. Li gor salnameya Wezaretîyê betlaneya pêşîn a navberê di 14-18’ê Mijdarê de dest pê bike. Betlaneya navberê ya duyem jî wê di 17-20’ê Nîsanê ya 2023’yan de be. Her wiha betlaneya somestirê wê di 23’yê çileye de dest pê bike û 3’yê sibatê de biqede. Serdema perwerdehîyê ya sala nû wê 16’ê hezîranê de temam bibe.