Li navend û hemû navçeyên 81 bajaran îro, 19 mîlyon xwendekaran dest bi dersê kirin.
Li navend û hemû navçeyên 81 bajaran îro, 19 mîlyon xwendekaran dest bi dersê kirin.
Li gor salnameya Wezareta Perwerdehîya Neteweyî, îsal betlaneya duyemîn a navîn a li dibistanan di navbera 17-20 Nîsanê de hat tetbîqkirin û bi betlaneya Cejna Remezanê di 21ê Nîsanê de hat kirin. Xwendekar piştê betlaneya duyemîn, îro ketin dersên xwe yên ewil. Di betlaneyê de mamoste li ser betlaneya îdarî hatin hesibandin û bi rêya Tora Agahdarîya Mamosteyan (ÖBA) ji her cihê ku dixwestin semînerên li ser pêşkeftina xwe ya pîşeyî wergirtin. Sala perwerdehîyê wê di 16ê Hezîranê de biqede. Piştê erdhejê 34 hezar û 985 zarokên ku bobajarên din hatibûn veguhestin jî vegerîyan dibistanên xwe.